BasNews – Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê jineka kurd li ser “şeref û namûsê” ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî li taxa Kuştargah ya Ormiyê, jineka kurd bi navê Ezîze Heqî ji aliyê hevjînê xwe Qîrman Derwîşî ve hat kuştin.
Li gorî agahiyan, ew jina han ku 33 salî û dayka 4 zarokan bûye, li ser şeref û namûsê hatiye kuştin.
Li gorî agahiyan, hevjînê wê desmal xistiye stûyê wê û ew kuştiye.
Li ser giliyên malbata wê jinkê, hevjînê wê ji aliyê polîs ve hatiye girtin.