Cotyar Kelarî
BasNews – Di encama bombebarana balefirên Iraqê yên li sînorê Rojavayê parêzgeha Kerkûkê û nêzîk parêzgeha Selahedînê 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Berdevkê polîsê Selahedînê Mihemed Osman îro 04.03.2021ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di 24 demjimêrên borî de li navçeyên di navbera parêzgeha Kerkûkê û Selahedînê di encama bombebaranên balefirên Iraqê de 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.’’
Herwaha got: ‘’Ew çekdarane piştî aşkerabûna binkeyê wan ên veşartî ji aliyê balefirên Iraqê ve bûn armanca êrîşê.’’
Berpirsê polîs ragehand: ‘’Plan heye bi balefirên şer armanc kirina DAIŞê berdewam be, ji ber bi awayekî berfireh li navçeyê serî rakirine.’’