BasNews – Li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê, herî kêm 3 polîsên Iraqî ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin.
Berpirsekî polîs li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê ragihandiye, duhî li gundê Mutesem li nahiya Zilûye li parêzgeha Selahedîn, 3 polîsên Iraqî ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin.
Ji aliyekî din, li devera Uzêm li parêzgeha Diyale ya Iraqê, kemberek bombekirî û çendîn bomb û çek û teqemenî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat dîtin.
Firokeyên şer yên Iraqê jî çend baregehên DAIŞê li parêzgehên Selahedîn û Diyale bordûman kirin.
Hikûmeta Iraqê jî ragihand, di nav 24 saetên borî de 63 kes bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatine girtin ku 28 kes li Diyale, 21 kes li Mûsilê û 14 kes jî li Kerkûkê hatine girtin.