BasNews- Endama Lîjneya Navxwe ya Parlementoya Kurdistanê ya Partiya Demokrata Kurdistanê Hesîbe Gerdî ragihand ku Mistefa Selîmî ji tîma xwefirotina Lahur Cengî re gotiye, ”Min bikujin, lêbelê min radestî Îranê nekin“, lê wan guh nedaye wî û ew radestî Îranê kirin û Îranê jî ew li sêdareyê daye
Hesîbe Gerdî ji BasNewsê re axivî û da zanîn herdû lîjneya navxwe û mafê mirov li Parlemantoyê bo cara duyem daxwaza lêkolînê kiriye. Hesîdbe Gerdî aşkere kiriye weke lîjneya navxwe û mafê mirova wan belge heye ku Mistefa Selîmî ji aliyê tîma Lahur Cengî ve hatiye girtin û ji bo Îranê hatiye radestkirin û tîma xwefiroş a Lahur Cengî çawa Kerkûk firotiye ew kara jî kiriye.
Herwiha Hesîbe Gerdî tekez kir Mistefa Selîmî hawa kiriye û gotiye;’’Min bikujin lêbelê radest nekin.’’ Lêbelê guh nedane wî û ew radestî Îranê kirine.
Hesîbe Gerdî amaje jî bi wê yeke kir çend dosyeyên din li Silêmaniyê hatine bêdengkirin lêbelê ew kar li ser dikin û divê ew tîma xwefiroş li ser xiyanetê werin dadgehkirin û ew li benda encama lîjneya parlementoyê dikin.