BasNews- Wezareta Berevaniya Amerîkî ragihand ku belênderek di êrîşa mûşekan de ya îro roja çarşemê 03.03.2021ê bo ser bingeha leşkerî ya Ayin Esed li Iraqê ku leşkerên Amerîkî, Hevpeymanan û Iraqê lê dimînin, belênerek hatiye kuştin, piştî ku 10 mûşek arasteyî bingeha Ayin Esed hatbûn kirin.
Peyvdarê Wezareta Berevaniya Amerîka John Kirby got ew belênder"Dema di rewşa xweveşartinê de bû rastî rastana dil hatiye" piştî demek kin jiyana xwe ji dest daye, peyvdar dîsan dibêje, weke din ti xizmetkarek din li bingehê birîndar nebûye her hemû hatine hejmartin û başin.
Ev êrîşa herî nû bû piştî ku hefteya borî Amerîka bingehên milîtanên piştevanên Îranê li dirêjahiya sinorê Iraq-Sûriyê aramnc girtbûn. Milîtanek hatbû kuştin û tirs xistbû dilê yên din, ev jî xelek nû ya êrîşane weke sala borî.
Ev êrîş ji encama wê derbeya Amerîka derketin, piştî ku sala par Amerîka di êrîşeke esmanî de bi rêya firokeke bê firokevan fermandarê Îranê yê di asta bilind de Qasim Sulêmanî li nêzî paytext Bexda kuştbû.