BasNews – Endamê encûmena rêveberiya YNKê ragehand ku pirsgirêka kurd li Iraqê ne tenê budce û mûçe ye. ji ber pirsgirêka nasîna mafên kurd û bicîhanîna destûra mayînde ya Iraq heye.
Endamê rêveberiya YNKê Herêm Kemal Axa ragehand, pirsgirêka kurd li Iraqê tenê di çarçoveya budce û mûçe de nîne. ji ber ‘’pirsgirêka neteweya duyem li vî welatî heye ango pirsgirêka nasîn û lê mûkir hatina mafên kurd ên destûrî û bicîhanîna wê heye. meseleya madeya 140 û ew mafên ku di destûrê de hatine nasîn wek yasaya neft, gaz û hêzên Pêşmerge beşeke ji sîstema berevaniya Iraqê û heta naha bêbeş hatiye hiştin ji mûçe û pirçek kirin û hin pirsgirêkên waha hene.’’
Rêveberê YNKê di vê hevpeyvîna li gel Dengê Amerîka beşa kurdî de ragehand, mijara mûçe û budce peyvendiya xwe bi nanê rojane yê xelkê Kurdistanê ve heye. lê naha ‘’pirsgirêkên me yên berdewam heye li navçeyên Kurdistanî yên pirsgirêk li ser, ev yek pirsgirêkên mezin in ku heta naha xelk li wan navçeyan hatine bêbeş kirin ji hin cîha. Bo nimûne li derdora Kerkûkê ereb kirin bi awayekî birêve diçe.’’
Herwaha got, proseya ereb kirinê li derdora Kerkûk û navçeyên Kurdistanî bi giştî heta Xaneqîn û bi taybet jî wek Şingalê destpê kiriye. ‘’Ev pirsgirêk mezinin ku berdewamiya heman siyaseta Sedam berê pêkanîbû, ku ziyaneke mezin gehande pêkvejiyan û giştî jî Iraqê û dubare dibe.’’
Herêma Kemal Axa got: ‘’Pirsgirêka kurd tenê mûçe û budce û mafên darayî nîne. pirsgirêka netewî, pirsgirêka erdnîgarî, pirsgirêka dîrok û berdewamiya xebat û qurbanîdaneke zêde hatiye dayîn bo wan mafên destûrî ku cîhê wan hatiye çêkirin. Tişta ku wekî kurd ji bo me giring û wek YNK jî bicîhanîna mafên destûrî ne di destûra Iraqê de.’’