Lezgîn
BasNews – Wekîlê Mîrê êzdiyan ê karûbarê peyvendiyan ragehand keçeke zarok a êzdî di dema girtina çekdarekî DAIŞê yê li Tirkiyê hatiye dîtin û asankarî bo vegerandina wê destpê kirine.
Wekîlê Mîrê êzdiyan ê karêbarên peyvendiyan Mîr Cehwer Elî Beg ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî terorîstekî DAIŞê li Tirkiyê hate girtin, keçeke êzdî li gel bûye ku ew keç sala 2014ê ji Şingalê hatiye revandin û ew keç di dema revandinê de temenê wê 40 roj bûye û naha temenê wî 7 sale. Lê kesûkarên xwe nanase, ji ber wê demê zarok bûye.’’
Herwaha got: ‘’Naha malbateke êzdî ragehandiye ku ew keça wan e û piştî testên DNA yên wê keçê û malbatê hatin kirin, bo piştrastbûna dosyaya wê keça ku naha li Tirkiyê ye, me peyvendî li gel konsolxaneya Tirkiyê ya li herêma Kurdistanê pêkanîn û bo vegerandina wê keça êzdî bo herêma Kurdistanê me dest bi kar asankariyan kiriye.’’
Li gor amar û datayên ofîsa rizgar kirina revandiyên êzdî, sala 2014ê li Şingalê ji ber êrîşa terorîstên DAIŞê 6 hezar û 417 kurdên êzdî ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin û heta naha ji herdu zayendan û bi hemahengî û alîkariya saziyên fermî yên hikûmeta herêma Kurdistanê ve zêdetir ji 3 hezar û 500 kesan hatine rizgar kirin.