Desteya Jînge: Cezayê nêçîra hin sewalan 10 milyon dînare Desteya Jînge: Cezayê nêçîra hin sewalan 10 milyon dînare
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Desteya Jînge: Cezayê nêçîra hin sewalan 10 milyon dînare

Şiwan Berzincî

BasNews – Desteya Jîngeya Herêma Kurdistanê ragehand, gelek kes ji ber nêçîrê hatine ceza kirin û tiştên wan dest li ser hatiye danîn. Herwaha got cezayê nêçîra hin sewalan 10 milyon dînare.

Îro 01.03.2021ê berdevkê Desteya Jîngeya Herêma Kurdistanê Ehmed Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi berdewamî xelk li ser nêçîrê tê ceza kirin. Bi taybet li ser wan sewal û baskdarên kovî yên ku pêwîste nêçîra wan neyê kirin. Herwaha di dema qedexeya nêçîrê de jî herkesekî nêçîrê bike dê bê ceza kirin. Sala borî gelek hatin ceza kirin û îsal jî ceza kirin berdewam dike.’’

Herwaha got rojane çavdêrî ji aliyê polîsê daristanan ve tê kirin û nêçîrvan tên ceza kirin û dest li ser çek û amûrên wan tê danîn. ‘’Li gor yasa û rênmayiyên desteya jîngeyê ew amûrên nêçîrê yên dest li ser tê danîn divê ji desteya jîngeyê re bê radest kirin. Ji ber wê fermangehên me bo ceza kirina nêçîrvanan hemahengiyeke baş li gel polîsê daristanê dikin.’’

Ehmed Mihemed amaje bi wê yekê jî kir rênmayiyên taybet ên nêçîrê hene û li gor ‘’Rênmayiyên sala 2015ê yên nêçîrvanî û parastina sewalên kovî û baskdaran, nêçîrvan dikarin nêçîrê bikin ku moleta wan a desteya parastin û çêkirina jîngeyê wergirtibin. Nêçîr jî tenê wan baskdar û sewalan digre navxwe ku di rênmayiyan de amaje pê hatibe kirin.’’