BasNews – Serokê berê yê Amerîka Donald Trump piştî seroktîya xwe cara pêşî li Orlando derket pêş kamerayan.
Trump di Konferansa Tevgera Sîyasî ya Konservatîf de ser yekîtîya Komarîyan axifî.
Trump got: ‘’Hîn rêwîtiyeke wisa serkeftî çênebûye. Me çar salên berê bi hev re da destpê kirin û ew rêwîtî hîn bi dawî nebûye. Ez dixwazim bibêjim ku ezê ligel we têkoşîna xwe bimeşînim’’
Trump dîyar kir ku ewê partîyeke nû ava neke û ewê li dor Partîya Komarî bi awayekî xurttir bicivin.
Rojnameya Wall Street Journal di rojên borî de ragihandibû ku Trump bi şêwirmendên xwe re ser avakirina partîyeke nû axifîye û îdia kiribû ku navê partîyê dê ‘’Partîya Welatperwer’’ be.
Trump di axaftina xwe de Serok Joe Biden jî rexne kir û dîyar kir ku li gor performansa wî ya meha pêşî ew ‘’serokê herî xirab yê Amerîka ye.’’
Wî da zanîn ku kempeyna hilbijartinê ya Biden ‘’bi derewan dagirtî’’ bûye û got ku tevî wan dizanibûye ku dê rêvebirîya Biden xirab be, wan bi qasî ya ew niha dibînin xeyal nekiriye.