BasNews – Du lijneyên Parlamentoya Kurdistanê daxwaza aşkera kirina encamên lêkolînên dosyaya radest kirina Mistefa Selîmî dikin û aşkera jî dikin ku wî kesî hewara xwe anîbû bo herêma Kurdistanê, lê hin kesên diyar ew radestî Îranê kirin û Îranê jî ew darve kir.
Lijneyên navxwe û mafê mirov ên Parlamentoya Kurdistanê di civîneke çapemeniyê de daxwaz kirin ew lijneya ku pêkhatibû bo dosyaya radest kirina Mistefa Selîmî ji Îranê re, encamên pêdeçûnên wan bila bên ragehandin.
Herdu lijneyan ew daxwaz pêşkeşî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kirin û diyar kirin divê ew lijneya ku bo lêkolîna wê dosyayê hatibû pêkanîn, bila encamên lêkolîna wê lijneyê bên aşkera kirin.
Herwaha ragehandin: ‘’Me ev beyane bi fermî pêşkeşî serokatiya parlamentoyê kiriye, em li bendê dibin ku demeke diyar de bersiva me bê dayîn. Eger na rastî divê ji raya giştî re bên aşkera kirin. Wî kesê hewara xwe anîbû bo Kurdistanê ku jiyana wî parastî be. Lê ji aliyê hin kesên diyar ve ew hat radest kirin û encama wê jî ew bû wekî ku me hemûyan dît.’’
Mistefa Selîmî Nîsan a 2020ê hatibû herêma Kurdistanê û ji aliyê taxima xwefiroş a 16ê cotmehê ve radestî Îranê hate kirin û piştre jî hat darve kirin.