Mameyare Ehmed
BasNews – parlamentoya Kurdistanê di 42.mîn salvegera koça dawî ya Barzaniyê nemir de merasîmeke bibîranînê birêve çû û tacegula serokatiya parlamentoyê û hemû fraksiyonan li pêş wêneyê Barzaniyê nemir de hat danîn.
Îro 01.03.2021ê 42 sal li ser koça dawî yê rêberê bizava rizgarîxwaziya gelê kurd re derbas dibe û vê salvegerê de jî Parlamentoya Kurdistanê merasîmekî bibîranînê birêve çû. Di merasîmê de ji bo rêzgirtina li xebata dehan salan a Barzanî ya ji bo serwerî û azadiya gelê xwe tacegulên hemû fraksiyonan û serokatiya Parlamentoya Kurdistanê li pêş wêneyê Barzaniyê nemir hate danîn.
Cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ji çapemeniyê re ragehand, Barzaniyê nemir mulkê hemû xelkê Kurdistanê ye û rêveberê demdirêj ê şoreş û bizava rizgarîxwaziya kurdan kiriye. Ji ber wê bi beşdariya hemû fraksiyonên li Parlamentoya Kurdistanê ve wek sembola netewî û niştimanî hate bibîranîn.
Rêberê bizava rizgarîxwaziya gelê kurd Barzaniyê nemir roja 14.03.1903ê li Barzanê ji dayîk bû û rêveberiya bizava rizgarîxwaziya gelê kurd kir û roja 01.03.1979ê li Amerîkayê koça dawî kir.