Ömer Özmen
Îro 01.03.2021 roja salvegera wefata serokê tevgera mîllî ya Kürdistanê Mele Mistefa Barzanî'ye.
Ji bo milletê Kurd, rojek bêyom e.
Di dîrokê de, gelek serokên tekoşîna serxwebûn û azadîya milletan tên zanîn
Piştê azadbuyîn û serxwebuyîna milletan, gellekî ji van serokan,
li ser milletên xwe dîktatorî sazkirine û ji milletê xwe re teşqele afirandine û di dewsa hêzên dagirker de, li ser milletên xwe, diktatorîya xwe bicîhkirine.
(Wek, Josef Stalin, Amicral Gabral, Fidel Kastro, Mistefa Kemal,Mareşal Tito u ywd. )
Ev cure ya serokan, di dîroka mîrovahîyê de, bi şêweyek payebilind nayên bibîranîn.
Di encama hişyarbuyîn û pêşdeçuyîna civatan de, zutirîn tên jibîrkirin.
li gel milletên xwe, nîrx û rumeta xwe winda dikin. Çawa bi teşqele dibin desthilatdar,
wisa jî bi teşqele tên ruxandin. Di dîroka mîrovahîyê de, di nav rupelên reş de cihên xwe digrin.
Bêguman, serokatîya milletan barek girane. Esalet, cesaret, nefspiçukî, zanebunî û vîzyon dixwaze.Kesên ku, ne xwedî wan mezîyetan bin, nikarin ji milletan re serokatîyan bidomînin.
Ji bo ku, ne xwedî esaletin, di tengasîyan de ji, bi hêsayî dozê difroşin.
Tê zanîn Mele Mistefa Barzanî yê Nemir, di dema şerê sar de, di nav şert û mercên gellek dijwar de, li hember dewletên barbar, ji tekoşîna milletê kurd re serokatî kirîye.Hemî Jîyana xwe, di nav peşmerge yên xwe de derbas kirîye.
Mele Mistefa yê nemir, di heman demê de Peşmergeyek buye. Jîyana xwe, jî jîyana pêşmergeyên xwe veneqetandî ye. Ji bo nevsa xwe, ti imtîyaz û payekî cuda nexwestîye.
Ji derva yê taybetmendîyên serokên dema şerê sar, Mele Mistefa Barzanî, kesayetek, demokrat, mîrovhez, leheng nefspiçûk u wekhevîxwaz buye.
Hêzên wan çi dibin bila bibin, Mele Mistefa', ti carî li hember dijminan serî netewandîye u xwe radestê dijminan nekirîye.
Mele Mistefa Barzanîyê nemir, li gel van taybetmendîyên xwe, ji mafê hemî kêmnetew, ol û mezheban re rêzgirtî buye. Dîroka mîrovahîyê û pratîka başurê kurdistanê, ji van xisusîyêtên Mele Mistefa Barzanî re şahidin.
Bêguman tevgera başurê Kurdîstanê, li ser modela Mele Mistefa Barzanî şexsîyet qezenc kirî ye
Li ser hîmê wî hatîye damezrandin. Û ne wekî dewletên Rojhilata naverast yên totaliter,
bi demokrasîyê encam da ye..
Hiç şik tune ye ku, destkeftên başurê Kurdistan, li ser mirasa tekoşîna Mele Mıstefa Barzanî hatîye pêkanîn.
Mele Mistafa Barzanî, ne tenê li her çar perçeyên Kurdistanê, ji dervayê dijmînên milletê kurd,
li hemî cîhana mîrovahîyê de xwedî nirx û rûmetek payebilinde.
Modela azadîxwazîyê, lehengîyê, mîrovhezîyê, wekhevîxwazîyê û aşîtîye pêkanîye.
Mele Mistefayê nemir, Roja 1 Adara 1979 an çu ser dîlovanîya xwedê.
Li gel Şêx Seid Efendi, Xalit Beg, Seyid Rıza û Qazî Mihemed buye mêvan
Îro, roja salvegera wefata Mele Mistefa Barzanî ye. Bi şanazî bi bîrtînim.