BasNews- Rêveberê Rewangeha Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman radigihîne, êrîşa firokeyên Amerîkî li ser baregehên hêzên ser bi Îranê ve li Sûriyê, nameyek ji Îranê re û bersivek ji êrîşa li ser Hewlêr û firokxaneya wê re bû.
Firokeyên şer ên Amerîka duhî 9 pêgehên komên çekdar ên ser bi Îranê ve li Sûriyê bombebaran kirin û ziyanên mezin gihandin wan.
Di wê derbarê de Rêveberê Rewangeha Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ji K24ê re ragihand, di êrîşa Amerîka li ser komên çekdar ên ser bi Îranê ve, 22 çekdar hatin kuştin.
Ramî Ebdulrehman diyar kir, cihê hatiye bombebarankirin, deriyekî sînorî yê ne fermî ya di navbera Iraq û Sûriyê de ye û di destê çekdarên Heşda Şeibî de ye.
Ramî Abdulrehman diyar kir jî, ev êrîşa Amerîka, bersivek ji êrîşa li ser Hewlêrê û firokxaneya wê bû û ji wê zêdetir nameyek ji bo Îranê bû ku Amerîka dê rûbirûyî siyaseta wê ya li navçeyê bibe.
Herwiha Ramî Abdulrehman destnîşan kir, bajarên Meyadîn û Bokemal ên li parêzgeha Dêrazorê bi temamî di destê çekdarên ser bi Îranê ve de ne û got: “4 hezar kîlometro çargoşe ji xaka Sûriyê di destê zêdetir ji 25 hezar çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê de ye.”