Herman Xalîd
BasNews – Berdevkê wezareta derve yê Îranê bi daxuyaniyekî bersiva bombebaran kirina grubên wê li Sûriyê dide.
Berdevkê wezareta derve yê Îranê Seîd Xetîbzade ji rojnamevanan re ragehand bombebaran kirinên pêktê binpê kirina serweriya Sûriyê ye û şerê navxwe yê li wî welatî tundtir dike û seqamgiriya li navçeyê jî zêdetir dê têk bide.
Seîd Xetîbzade bombebaranên pêktên wek berdewam kirina dijminayiya sionîstî ya dijî axa Sûriyê pênase kir û ragehand, Amerîka bi awayekî neyasayî çend navçeyekî Sûriyê dagir kirine.
Duh 26.02.2021ê ber bi sibehê ve balefirên şer ên Amerîkayê bi fermana serokê Amerîkayê Joe Biden ve çend binkeyekî milîsên şîeyên nêzîkî Îranê di nav axa Sûriyê de û nêzîk sînorê Iraqê bombebaran kirin.
Piştî wê êrîşê wezîrê berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin ragehand, bombebaran bersivekin bo grubûn çekdarên şîe ku şeva 15ê Sibatê de êrîşeke mûşekî li ser bajarê Hewlêrê pêkanîn.