Tirkiye- 75 kesên din bi Koronayê mirine   Tirkiye- 75 kesên din bi Koronayê mirine  
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Tirkiye- 75 kesên din bi Koronayê mirine  

 

BasNews- Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 9 hezar û 107 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 75 kes jî bi Koronayê  mirine.

Îro roja sêşemê 23.02.2021ê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî belav kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 123 hezar û 734 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 9 hezar û 107 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 75 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 5 hezar û 546 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, jimara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 2 milyon û 655 hezar û 633 kesan û 28 hezar û 213 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 2 milyon 534 hezar û 996 kes jî ji vîrusê baş bûne.