Sibehê şandeke Mekteba Siyasî ya PDKê diçe Bexdayê Sibehê şandeke Mekteba Siyasî ya PDKê diçe Bexdayê
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Sibehê şandeke Mekteba Siyasî ya PDKê diçe Bexdayê

BasNews- Berdevkê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmud Mihemed, ragihand sibehê roja çarşemê 24.02.2021ê wê Mekteba Siyasî ya PDKê serdana Bexdayê bike.

Di hevpeyvîneke rojnemevanî de Mehmud Mihemed ragihand, sibehê roja çarşemê şandeke Mekteba Siyasî ya PDKê wê biçe Bexdayê û gotûbêjan ligel aliyên siyasî yên Iraqî bike.

Herwiha Mehmûd Mihemed da zanîn endamên şanda PDKê ji wan endamên berê çûne Bexdayê wê pêk were.

Herwiha Mehmûd Mihemed amaje bi wê yekê jî kir li ser xemxora Serok Barzanî wê şanda PDKê ligel hemû alyên siyasî yên Bexdayê bicive bi armanca çareseriya kêşeyan.

Di berdewamiya hevpeyvînê jî de Mehmûd Miheme derbarê kongreya PDKê jî de amaje bi wê yekê kir ku beşek ji karê kongreyê sala par hatibû encam dabûn û wê di dema hatiye diyarkirin de kongre bi awayekî serkeftî were encamdan.