Afganistan- Rêjeya kuştî û birîndarên sivîl ji %15 kêm bûye Afganistan- Rêjeya kuştî û birîndarên sivîl ji %15 kêm bûye
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Afganistan- Rêjeya kuştî û birîndarên sivîl ji %15 kêm bûye

BasNews- Neteweyên Yekbûyî (NY) îro roja sêşemê 23.02.2021ê bi raporteke dîyar kir ku li Afganistanê hejmara sivîlên ki jiber tundîtûjîyê hatine kuştin û birîndar kirin li gor sala 2019an ya borî ji % 15 kêm bûye.

Mîsyona Alîkarîya NY ya li Afganistanê û Ofîsa Mafên Mirovan ya NY sedemên rêjeya daketina qurbanîyên sivîl wek guhertineke qismî ya şewaza serhildêran ya kuştinên kesên sivîl û kêmbûna êrîşên bombeyî yên xwekujî ragihand.

Di raportê de daketina berbiçav ya hejmara êrîşên dijî hêzên navneteweyî jî yek ji sedemên sereke ya kêmbûnê hat nîşan dan. Dîsa jî, Afganistan hîn jibo sivîlan di nav heremên herî kujer yên cîhanê de ye.

Taybetmendîyeke xemgîn ya pevçûnên bandora bêserûber ya li ser jin û zarokên Afganî bi raportê tê dîyar kirin. Jin û zarokên Afganî ji % 43ê tevahîya rêjeya qurbanîyan pêk tînin.

Li Afganistanê di nava êrîşên ku sivîlan dikin armanc de, êrîşên hemberî endamên dadwerî, medya û aktîvîstan balê dikşîne.

Hevdem, kêmanîyên olî jî, bi taybetî Şîa û endamên bawerîya olî ya Sîx dibin armanca wan êrîşan. Piranîya wan Şîa jî ji koma etnîkî ya Hazarî ne.

Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku hejmara giştî ya qurbanîyên sivîl di 2020de wek 8.820 kes- 3035 kuştî û 5.785 birîndar - hatiye tomar kirin. NY bal kişand ku ji ji sala 2013an vir ve cara yekê rêjeya qurbanîyên sivîl ketiye binê 10.000 kesan û li gor sala borî ji % 15 kêm bûye.