Johnson hevî dike ku qedexeyên Koronayê di hezîranê de rabin Johnson hevî dike ku qedexeyên Koronayê di hezîranê de rabin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Johnson hevî dike ku qedexeyên Koronayê di hezîranê de rabin

BasNews- Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson îro Sêşemê dîyar kir ku ew hêvîdar e ku ewê tevahîya qedexeyên COVID-19 yên li Îngiltere di 21ê Hezîranê de were bidawî kirin.

Borîs Johnson ji medyayê re got: "Ez hêvîdar im, lê diyar e ku ti tiştek nayê garantî kirin. Ez pir xweşbîn im ku emê karibin bigehejin wê qonaxê.”

Johnson bi berdewamî ragihand ku dê hikûmet di derbarê karanîna sertîfîkayên vaksînê de nirxandineke, pêk bîne.

Brîtanya, bi nezî 130.000 kuştinên bi sedema vîrusa korona li cîhanê welatê pêncan e ku xwedîyê rêjeya herî bilind yê kuştinên jiber pandemîyê ye. Hevdem, aborîya Brîtanya hilweşîn û zarara herî mezin ya di zêdeyî 300 salan de dît.

Lêbelê, Brîtanya di du mehan de pêyvajoya vaksînkirina welatîyên xwe bi rengekî serkeftî û lezgîn dimeşîne.

 

Welat, heya niha ji zêdeyî çaryeka şênîya xwe vaksîn kiriye ku di nava welatên mezin de vaksînkirina heryî zû ye.

 

Revebirandina bernameyên vaksînkirinê jibo hikûmetên cîhanê ku hêvî dikin ku vegerin jîyana normal ya rojane, rewşek testê ye.

 

Nexşerêya jibo tedbîr û qedexeyên COVID-19 pêşnîyar dike ku sînorkirinên klûbên şevê û bûyerên mezin herî dawî di 21'ê Hezîranê de were rakirin.

 

Lê, hikûmet destnîşan dike ku ewê rakirina qedexeyan û jinûve vebûn ewê li gor pêzanînan, ne gor demên damezrandî be.