Berpirsekî Iraqê jimareya çekdarên rêxistina terorîstên DAIŞê aşkere kir Berpirsekî Iraqê jimareya çekdarên rêxistina terorîstên DAIŞê aşkere kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Berpirsekî Iraqê jimareya çekdarên rêxistina terorîstên DAIŞê aşkere kir

BasNews- Îro roja sêşemê Berdevkê Operasyonên Hevbeş ê Iraqê Tehsîn Xefacî aşkere kir nêzîkî 1000 çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞê li Iraqî hene.

Tehsîn Xefacî ji medyaya welatê xwe re axivî û da zanîn ligor zanyariyên wan nêzîkî 1000 çekdarên rêxistina terorîstî yên DAIŞê li Iraqê mane.

Xefacî derbarê endamên DAIŞê yên li kempa Holê jî de axivî û da zanîn dosyeya kempa Holê dosyayeke aloz e û ew hewl didin hemû deriyên xwe yên sînorî bi ser DAIŞê de bigirin ji bo hebûna DAIŞê li Iraqê bidawî bikin. 

Herwiha Tehsîn Xefacî da zanîn çekdarên DAIŞê hatûçûnê dikin di navbera sînorên Iraq û Sûriyê de xisûsî di navbera wan herêmên di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de ne hatûçûnê dikin û ji hebûna boşahiya emnî îstîfade dikin.