Hikûmeta Herêmê budceya pêşvebirina parêzgehan diyar dike Hikûmeta Herêmê budceya pêşvebirina parêzgehan diyar dike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Hikûmeta Herêmê budceya pêşvebirina parêzgehan diyar dike

BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ligel parêzgarên Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî beşdar bû, guftûgo derbarê pirsgirêk û giriftên îdarî û darayî yên parêzgehan û plana hikûmetê bo encamdana projeyên xizmetkariyê yên sala 2021an hatin kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê da, Hikûmeta Herêma Kurdistanê her hewleke xwe dike ji bo dabînkirina mûçeyên mûçexwarên Herêmê ku ew erkekî pêşîne yê hikûmetê ye. Got jî: Em bi guftûgoyên xwe ligel Hikûmeta Federalî de berdewam dibin, ji bo dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê. Di heman demê de û wê dahata ku li ber dest e, di çarçoveya budceya Herêma Kurdistanê bo sala 2021an de, çendîn projeyên xizmetkariyê li seranserî parêzgehên Herêma Kurdistanê tên encamdan.

Di civînê de ku bi riya vîdyokonferansê bi rê ve çû, pilana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêkanîna projeyên pêşxistina parêzgehan û projeyên wezaretên li parêzgehan di sektorên (şaredarî, elektrîk, tenduristî, çandinî, perwerde û rê û pireyan) de yên ji bo sala 2021an hatin pesendkirin ku bi dahata li ber destê Hikûmeta Herêmê tên encamdan û koma giştî yê wê gujmê sêsed û çil neh milyar û hefsed û du milyon Dînar e. Bi vî awayê li jêr ji parêzgehên Herêma Kurdistanê re hatine veqetandin:

Parêzgeha Silêmaniyê:

114.350.000.000 sed û çardeh milyar û sêsed û pêncî milyon Dînar.

Parêzgeha Helebçe:

30.000.000.000.000 sî milyar Dînar.

Parêzgeha Hewlêrê:

128.352.000.000 sed û bîst û heşt milyar, 352 milyon Dînar.

Parêzgeha Dihokê:

77.000.000.000 heftê û heft milyar Dînar.

Bi giştî: 349.702.000.000 sêsed û çil û neh milyar û heftsed û du miliyon Dînar.

 

No description available.