Iraq- 16 kesên din bi Koronayê mirine Iraq- 16 kesên din bi Koronayê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Iraq- 16 kesên din bi Koronayê mirine

BasNews- Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya koronayê belav kir û tê de da zanîn 4.182 kesên din bi Koronayê ketine û 16 kesên din jî bi Koronayê mirine.

Îro roja sêşemê 23.02.2021ê Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn di heyma 24 saetên dawî de li seranserî Iraqê 4.181 kesên din bi Koronayê ketine û 2.592 kes jî baş bûne û 16 kes jî bi Koronayê mirine.

Herwiha heta niha li seranserî Iraqê 675 hezar û 982 kes bi Koronayê ketine û 623 hezar û 337 kes baş bûne û 13 hezar û 311 kes jî bi Koronayê mirine.