Tevgera Gorran: Eger budceya Silêmaniyê diyar nebe gendelî têde heye Tevgera Gorran: Eger budceya Silêmaniyê diyar nebe gendelî têde heye
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Tevgera Gorran: Eger budceya Silêmaniyê diyar nebe gendelî têde heye

BasNews – Endamê Civata Niştimaniya Tevgera Gorran amaje bi wê yekê dike ku Tevgera Gorran derbarê budceya Silêmaniyê de bêdeng nebûye û pêdeçûn li ser kiriye. Herwaha teqez jî kir zanyariyên wan li ser budceya Silêmaniyê tine.

Îro 23.02.2021ê Endamê Civata Niştimaniya Tevgera Gorran Bextiyar Kwêxa ji BasNewsê re ragehand, ku zanyarî li ser wê budceyê tine ku ji Silêmaniyê re hatiye, lê ‘’Gorran çavdêr dibe û dê gotinên xwe jî bike.’’

Herwaha teqez jî kir, ku wek Gorran zanyariyên li ser wê dosyayê tine, ku pareyê Silêmaniyê çawa hatiye xerc kirin û ji çi re hatiye dayîn. ‘’Em ji sala 2014ê ve li hikûmeta xwecihî ya Silêmaniyê em beşdar in. piştî 6 mehan encûmena parêzgehê pêkhat, ji wê demê ve budce nemaye û Kurdistan jî rastî krîza darayî hat û şerê DAIŞê û rewşa aborî pir giran bûye.’’

Ew berpirsê Gorran balkêşa ser wê yekê ku budceya Silêmaniyê û ew pareyê ku ji Silêmanî re hatiye eger diyar nebe, diyare ji bo çi çûye û hatiye xisar kirin û gendelî bûye û Gorran vê mijarê de bêdeng nabe û nebûye.