Tenduristiya Duhokê: Li Duhokê vîrusa nû ya Koronayê nehatiye tomarkirin Tenduristiya Duhokê: Li Duhokê vîrusa nû ya Koronayê nehatiye tomarkirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Tenduristiya Duhokê: Li Duhokê vîrusa nû ya Koronayê nehatiye tomarkirin

BasNews – Berpirsê tenduristiya parêzgeha Duhokê ragihand, heta niha li Duhokê vîrusa nû ya Koronayê nehatiye dîtin û tomarkirin.

Navenda nehîştina Koronayê ya parêzgeha Duhokê îro bi serokatiya berpirsê tenduristiya Duhokê, dr. Efrasiyab Mûsa civiya.

Piştî civînê, dr. Efrasiyab Mûsa daxuyanî da û ragihand, heta niha jî metirsiya Koronayê maye û bi belavbûna vîrusa nû re jî ev metirsî zêdetir bûye mixabin.

Dr. Efrasiyab Mûsa her wiha got, li Hewlêrê çend haletên vîrusa nû ya Koronayê hatine tomarkirin lê heta niha li Duhokê vîrusa nû ya Koronayê nehatiye dîtin û tomarkirin lê ji roja ku deriyên dibistanan hatine vekirin, 70 mamosta û şagird bi Koronaya normal (Kovîd-19) ketine.

Berpirsê tenduristiya Duhokê da zanîn jî, rêjeya pêketin û mirina bi Koronayê gelekî kêm bûye lê dîsa jî divê welatî hişyar bin û şîretên tenduristiyê bicîh bînin, çimkî vîrusa nû li Kurdistan û Iraqê belav bûye.