Li Soran 3 kes bi 3 kîlo madeyên hişber ve hatin girtin Li Soran 3 kes bi 3 kîlo madeyên hişber ve hatin girtin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Soran 3 kes bi 3 kîlo madeyên hişber ve hatin girtin

Heme Perêşan

BasNews – Rêveberiya giştî ya nehiştina madeyên hişber bi daxuyaniyekî amaje bi wê yekê kir ku li Soranê sê kes bi sê kîlo madeyên hişber ve hatine girtin.

Îro 23.02.2021ê rêveberiya giştî ya nehiştina madeyên hişber bi daxuyaniyekî tora xwe ya civakî facebookê ve ragehand: ‘’Duh li Soran ji aliyê binkeyê nehiştina madeyên hişber a Soran a ser bi rêveberiya giştî ya nehiştina madeyên hişber, dest li ser 3 kîlo madeyên hişber ên cureya şîşe de hat girtin. Herwaha 3 tometbar hatin girtin ku du ji wan xelkê herêma Kurdistanê ne, yê din jî xelkê Îranê ye.’’

Daxuyaniyê de hat ragehand ku vê derbarê de lêkolîn ji bo tometberan hatiye kirin û ew radestî dadgehê hatine kirin.

May be an image of 1 person

May be an image of standing, car and outdoors

No photo description available.