Rukiye Mistefa
BasNews – Li eyaleta Gmina Arw a Polonyayê helîkopterekî qeza kir û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê tîmên tenduristiyê ji cîhê bûyerê re hatin veguhestin û ji ber mija zêde xwe gehandina cîhê bûyerê gelek zehmet bûye.
Hat ragehandin di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, 2 kes jî bi birîndarî hatine derxistin.
Rayedarên Komîsyona Lêkolîna Qezayên Esmanî ya Dewleta Polonyayê û dozgeriyê derbarê bûyerê de lêkolîn dan destpê kirin.
Hat ragehandin sedemê bûyerê nediyar e.