Heme Perêşan
BasNews – Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê her diçe zêde dibe û heta naha li wî welatê zêdetir ji 512 hezar kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor amarên dawiyê yên îro 23.02.2021ê di 24 demjimêrên borî de 60 hezar û 884 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û bi giştî jî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Amerîkayê geheşt 28 milyon û 826 hezar û 307 kesan.
Herwaha heta naha li Amerîkayê 512 hezar û 590 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 19 milyon û 114 hezar û 140 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.