Li Qeladizê “Mala Kelepûrî û Rewşenbîriyê” hat vekirin Li Qeladizê “Mala Kelepûrî û Rewşenbîriyê” hat vekirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Qeladizê “Mala Kelepûrî û Rewşenbîriyê” hat vekirin

BasNews – Li bajarê Qeladizê yê Herêma Kurdistanê, “Mala Kelepûrî û Rewşenbîriyê” hat vekirin.

Duhî (21 Sibatê) bi helkefta roja cîhanî ya zimanê daykê, li bajarokê Qeladizê, ku navenda devera Pişder ya Herêma Kurdistanê ye, di merasimekê de navendeka çandî û hunerî bi navê “Mala Kelepûrî û Rewşenbîriya Pişder” hat vekirin.

Ew navenda han ku ji aliyê dezgeha Dînke ve hatiye vekirin, dê bibe navenda çalakiyên kelepûrî, rewşenbîrî û folklorî li devera Pişder.