BasNews – Wezareta Pêşmerge ragihand, vê mehê tabûrên hevbeş yên wezaretê dê sê mûçeyan bi hev re werbigirin.
Berpirsê ofîsa wezîrê Pêşmerge, Mîran Bekir ji BasNewsê re got, vê mehê dê mûçeyê sê mehan yê tabûrên hevbeş yên wezareta Pêşmerge bi hev re were dayîn.
Mîran Bekir da zanîn jî, pirsgirêka mûçeyê tabûra 12 ya wezareta Pêşmerge jî çareser bûye û ewê jî mûçeyê xwe bê kêmkirin werbigirin.