Rêzbendiya dawiyê…Iraq nav welatên xwedî rezevrên herî zêde yê petrolê de 5.mîn welat e Rêzbendiya dawiyê…Iraq nav welatên xwedî rezevrên herî zêde yê petrolê de 5.mîn welat e
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rêzbendiya dawiyê…Iraq nav welatên xwedî rezevrên herî zêde yê petrolê de 5.mîn welat e

Herman Xalîd

BasNews -  Li gor rêzbendiya dawiyê ya derbarê rezevrên petrolê li welatên hilberîner de Iraq pêncemîn welatê herî mezin ê xwedî rezevrên petrolê ye.

Li gor rêzbendiya hatiye diyar kirin Iraq li cîhanê welatê pênceme ku xwedî rezevrên herî zêde yê petrolê ye û li nav welatên ereb de jî duyem welat e.

Rêzbendiya ji aliyê saziya GFP a taybet rêzbendiyê bo 92 dewletên xwedî rezevrên petrolê amade dike ve hatiye kirin û ji bo sala 2021ê jî rêzbendiya hatiye kirin waha ye:

Rêzbendiya cîhanî:

Yekem welat:  Venezuela

Xwedî 302 milyar û 300 milyon bermîl rezervên wê yên petrolê hene.

Duyem welat: Erebistana Siûdî

Xwediyê 266 milyar û 200 milyon bermîl rezervên wê yên petrolê hene

Sêyem welat: Kanada

Xwediyê 170 milyar û 500 milyon bermîl rezervên wê yên petrolê hene

Çarem welat: Îran

Xwediyê 157 milyar û 200 milyon bermîl rezervên wê yên petrolê hene

Pêncem welat: Iraq

Xwedî 148 milyar û 800 milyon bermîl rezervên wê yên petrolê hene