BasNews – Wezaret Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Kurdistanê ragihand, vê hefteyê dê beşek ji diravê genimê cotkarên Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve were dayîn.
Wezareta çandinî û çavkaniyên avê ya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, duhî cîgirê serokê parlementoya Iraqê Beşîr Hedad bi telefonê ji wezîra çandinî û çavkaniyên avê Bêgerd Talebanî re ragihand, vê hefteyê dê nîvê diravê cotkarên Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve were dayîn.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ew diravê ku were dayîn, yên salên 2014,2015 û 2016 ye.
Hikûmeta Iraqê bi giştî zêdetirî 577 milyar dînaran deyndarê cotkarên Kurdistanê ye û dê nîvê wî diravî yanê 268 milyar dînar bişîne.