Dr. Roj Nûrî Şawêz / Dewleta Îranê li Pişt Êrîşa li Hewlêrê ye… Dr. Roj Nûrî Şawêz / Dewleta Îranê li Pişt Êrîşa li Hewlêrê ye…
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Dr. Roj Nûrî Şawêz / Dewleta Îranê li Pişt Êrîşa li Hewlêrê ye…

Îbrahîm GUÇLU

Li Dewleta Federe ya Kurdistanê di 15.02.2021an de stêrkek ji ezmanên Kurdistanê şemitî. Însanê hêja û mirovê Doza Kurd û Kurdistanê Dr. Roj Nûrî Şawez jiyana xwe ji dest da. Bi mirina wî, ewir li hev ketin û taritiyek li Dewleta Federe Ya Kurdistanê çê bû. Bi xemgînî kesê malbata kurdperwer ji nav me koç kir.

Beriya  ji nav me koç bike û jiyana xwe ji dest bide, heta deqîqeya dawî berpirsiyariya xwe ya milî meşand. Dr. Roj Nûrî Şawêz dema ku jiyana xwe ji dest da endamê Mekteba Siyasî ya PDKê bû.

Girêdayî gelek taybetiyên wî yên din ku ezê bînim ser zimên û ji bona ku ew hevxebat û hevalê Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî bû, Mesûd Barzanî dema ku ew oxir kir û li ser mezelê wî axivtin kir, giriya. Ez baş dizanim ku bes Serokê Kurdistanê ne li Dewleta Federe ya Kurdistanê û li hemû dinyayê û li beşên din yên Kurdistanê jî kurd ji bona Dr. Roj Nûrî Şawêz di wê saetê de digiriyan. Dema ku mirov çapemeniya civakî û rojnameyan û malperan temaşa bike û bixwîne; telewîzyonan û radyoya guhdar bike, dibîne ku hemû kurd ji bona Dr. Roj Nûrî Şawêz giriyan.

Dr. Roj Nûrî Şawêz di sala 1947an de li Silêmaniyê tê dinyayê. Dema wî jiyana xwe ji dest da 74 salî bû. Xwediyê temeneke pir dirêj nebû. Bavê wî Nûrî Şawêz û diya wî di Tevgera Milî ya Başûrê Kurdistanbê de xwediyê rolekî mezin bûn. Diya wî mamoste bû. Damezrênêr û berpirsiyara Yekîtiya Jinên Kurdistanê bû.

Gor agahdariyên çapemeniya Başurê Kurdistanê û qasî ez nas dikim: Ew dibistana destpêkê li Baxdatê, Kerkukê, Mûsûlê dixwîne û diqedîne. Ji bona  bakeloriyê (lîseyê) vedigere bajarê lê hatibû dinyayê Sileymanî ye. Di sala 1966an de li Mûsûlê Endezgariya Kehrebayê xelas dike. Doxtora xwe li Elmanyayê dike. Li Elmanya û  Ewrûpayê ji xortên kurd re berpirsiyarî dike.

Ew bi Serokê Kurdistanê Mesdûd Barzanî re beşdarî Şoreşa Gulanê dibe. Heta ku Dewleta Federe ya Kurdistanê ava bibe, ew jî  wek pêşmergeyê şoreşa milî û demokerat, berpirsiyarê PDKê xebat dike.

Bi her awayî bi Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevaltiya  wî ya nêzik çê dibe û heta mirinê didomîne.

Piştî ku li Kurdistanê Meclîs ava bû û hilbijartina demokratik çêbûn, ew jî bû parlamenter. Di sala 2004an de bû serokê Parlamentoya Kurdistanê. Pişt re jî li Baxdatê bû temsîlkarê Serok Mesûd Barzanî. Di sala 2005an de bû cigirê serokwezîr. Di sala 2010an de jî dubare  di dema Hikûmeta Malîkî de bû cîgirê serokwezîr.

Dr. Roj Nûrî Şawêz gelek aşkere ye ku gelek cûre xebatên girîng meşandin û berpirsiyariyên dîrokî girtin ser milên xwe.

Ew pêşmergeyekî egît û dîplomatekî hêja bû. Di mizakerayên dualî û sêalî de serkeftı bû.

Wek Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî diyar dike, ew serokekî milî û siyasî bû.

Ew ji bona Kurdistanê wendakî mezin e. Bila serê neteweya me û malbata wî, heval dostên wî, hezkirên wî, sax be.

Diyar e ku ciyê wî li dinyaya me dagirtin zehmet e. Bila li dinyaya şehîdên Kurdistanê xwediyê ciyekî ronî û bihûşt be.

                                       *****

Di derheqê Dr. Roj  Nûrî Şawêz de gelek nivîs hatin nivîsandin.  Ez nûha dixwazin di derheqê Dr. Roj Nûrî Şawêz pêyve bidim birayê xwe yê hêja Şêxmûs Ozzengîn.

Ew dibêje ku Dr. Roj Nûrî Şawêz Damara netewî a Kurd û Kurdistanê Xebatkarekî xwe yê Hêja wenda kir! Bi xemgînîyek mezin miletê Kurd, îro Duşem 15.02.2021 de xebatkarekî xwe yê 45 salan, ku bê rawest wek şervanekî li serê çîyayên Kurdistanê, wek qadroyek sîyasî serkevtî, wek qadroyek îdarî, dolivgeri wenda kir! Dr. Roj Nûrî Şaweys; sala 1947 li bajarê Silêmaniyê, di malbatek Kurdperwer û qedirbind de ji dayik bûye. Di seranserê 45 salên Kurdistanê de, di hemû pêvajokan de cîhê xwe girtibû û bê rawest xizmetek giranbûha dabû doza Kurd û Kurdistanê. Dr. Roj Nûrî Şaweys, yek ji şexsîyetên damara Kurdistanî a Referandûma serxwebûna Kurdistanê bû. Qadroyek damara netewî, hêja û serkevtî bû. Serê damara têkoşerên Doza Kurdistanê, Serê Damara Netewî û Kurd û Kurdistanê, Serê Malbata Kurd û kesayetîyên dost û nasan sax be: Serokwezîrê kabîneya sêyem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye.”

ÊRÎŞA LI HEWLÊRÊ ÊRÎŞEKE TERORÎSTÎ YE. DEWLETA ÎRANÊ Lİ PİŞT ÊRÎŞÊ YE…

Beriya çend rojan li Hewlêrê êrîşek pêk hat. Ev êrîşa, êrîşeke terorîstî bû. Bi fûzeyan pêk hat. Êrîşa terorîstî wek di destpêkê de xuya dike ku li hemberî Emerîkayê ye. Lê di rastiyê ne wusa ye. Ev êrîş raste rast li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê ye. Divê em êrîşê bi vî awayî şirove bikin. Heger êrîş wusa nayê şirove kirin, em nikarin bigihîjin encameke rast.

Lê bi awayekî paçevane jî li dijî Hikûmeta Federal ya Iraqê ye.

Êrîş bi sê mûşekan pêk hat û li belafirxaneya navneteweyî li bingeheke Emerîkayê ya leşkerî hat xistin. Lê her sê mûşeke li bingehê neketin. Yek kesek mir, 7 kes jî birîndar bûn.  Du mûşeke jî  li derveyî belafirxaneyê ket. Zirara medî da.

Gor berpirsiyarên leşkerî û siyasî yên Dewleta Federe ya Kurdistanê ev êrîşa bi destê hêzeke Haşdî Şabî pêk hatiye. Ev tê wê wateyê ku li pişt vê êrîşê raste rast Îran heye û  PKKê jî bi awayekî di nav ev êrîşê terorîstî de heye.

Armanca vê êrîşê jî, ji bona ku aramiya li Kurdistanê bê xirab kirine. Li Dewleta Federe ya Kurdistanê bê îstîkrarî çê bibe û şik a aramiyê çekirine. Dema aramî nebe şireketên biyanî, konsol û balyozxaneyê biyanî li Kurdistanê bi cîh nabin û namînin. Lewra li Baxdatê aramî tune ye, loma jî biyanî ji wir direvin.. Demeke ku biyanî li Hewlêrê bi cîwar dibin. Erebên dewlemend jî ji sala 2000an vir ve tên li Kurdistanê cîwar dibin.

Ji aliyê din de ji bona ku Peymana Şengal cîbicî nebe ev êrîşa hat kirin. Lewra dema li Kurdistanê bê îstîkrarî çê bibe, desthilatdariya kurdistanê nikare bi Şengalê re eleqeder bibe. Ji aliyê din de jî Emerîka pişgiriya Peymana Şengalê dike, loma jî li dijî Emerîkayê jî.

Hikûmeta Kurdistanê di ne aramî de di hemandem de bi Hikûmeta Federal ya Iraqê re jî bazarî nikare bi xûrtî bimeşîne. Hikûmeta Kurdistanê qels dikeve û mafên xwe nikare daxwaz bike.

Lê divê bê zanîn ku Dewleta Îranê dixwaze ku bandora Emerîkayê li Iraqê û li Kurdistanê kêmtir bibe. Loma bi awayekî jî û ne raste rast li Iraqê jî bandor xwest çê bike.

Diyarbekîr, 19 Sibat 2021