Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digrin? Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digrin?
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digrin?

Şeyhmus Özzengin

Dema ku stratejîyek netewî, Kurdistanî û hevpar a kurdan tine be! Ev fersendek mezine ji dijminên kurdan re. Helbet wê dijminên kurdan vê perçebûna kurdan ji bo berjewendîyên xwe bikar bînin. Di xwedîkirin û peydakirina vê fersendê de hestên partîzanî, helwesta partîzanî û dûrketina ji hestên netewî, kurdistanî xwedî rolek mezin e. Fersendê dide dijmin ku, dijmin li seranserê Kurdistanê rehet bi kurdan bilîze.

Li Başûrê Kurdistanê herêmek azad di destê kurdan de heye. Dewletek ne îlankirî a Kurdistanê ye. Di asta netewî de jî xwedî nasnameya „herêmek federal“ a Dewleta İraqê ye. Lê ji ber helwesta Erebên nîjadperest, ku bi dijminên kurdan re têkildar; ev federasyon, her di nav nakokîyan de, di bin êrîşan de liser ling maye. Pir kêmasîyên sîyaseta vê herêmê hene. Pir xete jî kirine, lê halî hazir di destê me de ev herêma azad heye û ji bona pêşeroja kurdan gulokek zêrîn e. Divê em rê nedin, ku dijminên kurdan, wek gulokek berfê di nav lepên xwe de bihilînin û Kurd û Kurdistanê têk bibin. Divê em bingehê ji vê guloka zêrîn re çêkin; ku tîrêjên xwe bide herçar perçên Kurdistanê, her wek hêvîyek kurdistanî li ser ling bimîne.

Çi rê dide ku dijmin ewqas hêsan tê ser me?

Di nav mala Kurd de nakokîyên hizbî derketine astek pir xerab, ku pêşî li berjewendîyên netewî û niştimanî digire. Partîyên heyî, ji bona ku hevûdû zeîf bixin, bi dijmin re têkildar êrîşên ser hev meşrû dikin. Ev helwesta partîzanî, ne ji bona hevkarî û hevgirtinek netewî, ji bona perçekirin û dagirkirina xaka kurdan rolekî neyênî dilîzin, ku ev ji êrîşên dijminan re rê vedike. Ev helwest, hevkarîya nav mala Kurd red dike û bi hêzên li herêmê, li dij berjewendîyên kurdan ku xwedî rolin re tevdigere û di nava hemahengîyan de ne.

Ez vî xalî hinek din zelal bikim:

YNK û Tevgera Goran şirîkên hikûmeta herêma Kurdistanê ne. Hemû postên hikûmetê lihev parve kirine û di eslê xwe de ahlaqî jî şirîkê başî û xerabîyên hikûmetê ne û berpirsîyarin jî. Lê di jîyanê de rastî ne eve: Li Hevlêr şirîkê postên hikûmetê ne, lê li Bexda û Silêmanîyê dijminê hikûmetê ne. Şirîkê qezencan e, lê pirsgirêkan û têkçûnan, qeyrdanan jî dixin stûyê PDK ê! Gunehê PDK jî ewe, ku damarek netewî kurdistanî hildigire nav xwe û partîya yekem û herî gewre ya Herêmê ye.

PKK, êrîşan tîne ser Herêma Kurdistanê, borîyên nefta Kurdistanê diteqîne û zerarê dide aborîya kurdistanê. Êrîşan tîne ser hêzên parastina ewlehîya Kurdistanê (pêşmergan) û dikuje. Kemînan li ber karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê datîne û bi qanasan dikuje. Statûya Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê, wezaret û dadwerîya Herêma Kurdistanê, asayîşa Kurdistanê nasnake. Ji bona têkbirina xaka azad dixebite. Lê Tevgera Goran û YNK; bi PKK re, di nava hemahengîyekê de; van êrîşan wek êrîşên hizbî, ku tên ser PDK dinirxînin û banga „em li dijî şerê birakujî ne“ dikin û êrîşên ku tên ser statûya Kurdistanê vedişêrin!

Li Bexda, di navbera nîjadperestên ereban û tirkmenan de, ku bi Îran û Tirkîyê re têkildarin, hemahengîyek heye. Dixwazin destkevtinên Kurdistanê, desthilatdarîya kurdan têk bibin. Bi salane ji Xaneqîn, Kerkûk, Duz Xurmato heta Şingal dagir kirine û bi demografîya herêman dilîzin. Destûra federalî binpê kirine. Maaşên karmendên herêmê, mûçe û butçe ya Herêma Kurdistanê nadin. Artêşa Pêşmerge wek beşek ji artêşa İraq qebûl nakin û Kurd û kurdistanîyan bi birçîbûnê tehdît dikin; lê berpirsîyarên van qeyranan li Silêmanîyê wek „PDK“ didin nîşan û karesatên ku İraq tîne serê Kurdistanê vedişêrin. Ji ber ku; Bexda doza radestkirina derîyên reşayî yên gumrika Kurdistanê, Nefta Kurdistanê û derîyên Hewayî dike! PDK jî vê helwesta Bexda wek têkbirina statûya Herêma Kurdistanê dinirxîne û li henber Bexda derdikeve. Lê wek hikûmet, wek nûnerên Kurdistanê li Bexda, ji bona parastina xak û destkevtinên kurdan tevnagerin.

Di virde ênîyek derdikeve ber me; ku beşek ji kurdan jî bi Haşdî Şabî, Ênîya Tirkmenan û Îran, beşek ji Şîeyên İraq re têkildar, li dij destkevtinên Kurd û Kurdistanê, di nav stratejîya Îran de; bi hemahengî cîh girtine. Bi muşekan, êrîşan tînin ser Hevlêr. Dixwazin asayîşa Herêma Kurdistanê têkbibin. Lê di nava van êrîşan de hemahengîya ku li Bexda, li Tehran û li Enqera bi beşek ji kurdan re, wek dorpêçek ser xaka Kurdistanê nayê nirxanrdin û şirîkên hikûmeta Hevlêr bi PDK re helwestê danaynin û yekrêzîyek kurdistanî ava nakin!

Mûşekên, ku tên ser hevlêr û qutkirina risqê miletê Kurd, yên ku Made ya 140 pêknaynin û demografîya Herêmê duguherin yek destin. Ev dest heta Bexda dirêje û beşek mezin ji kurdan jî di nav vê hemahengîyê de ne û dijminên Kurd û Kurdistanê jî hêza xwe ji vir digirin.

Tehdîda ku Bexda tîne ser Kurdistanê, êrîşên dewleta tirk, ku li ser çîyayên Kurdistanê bicîh dibe; xwepêşandanên ku li Silêmanîyê agir berdan mal û milkên kurdan, mûşekên ku bi destê Îran hatine çêkirin; ku çendîn carin davêjin Hevlêr, daxwaza veqetandina bajarê Silêmanîyê û „perçekirina xaka Herêma Kurdistanê“ , teqadina borîyên nefta Kurdistanê û êrîşên ku medya PKK tîne ser Kurdistanê, hemû yek destin û aktorên van êrîşan Îran û Tirkîyê ye.

Ev ênîya dijberî Kurd û Kurdistanê, di nava hemahengîyek stratejîk de, Herêma Kurdistanê xistîye bin dorpêçê. Yên ku vê dorpêçê hêsan jî dike rewşa kurdan bi xwe ye.

18.02.2021