Toltajî Çiye? Toltajî Çiye?
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Ömer Özmen

Çawa  navê Ruvî  di ansîklopedîya Zoolojî yê de b navê " Vulpeskurdiskaniska" cîhê xwe wergirtî ye,

di lîteratora, zimanê Kurdî de, pêyva "Tajî" jî, xwedîyê taybetmendiyek giringe.

Jî ber ku;

Kurdîstan xwedî gellek çîya, gelî u zozananê xweşikin,

 cure cure, ajalên bîyanî li ser wan Çiya, gelî u zozanan dijîn.

Herweha,

karê nêçîrvanîyê jî, 

bi tajîyan ve girêdayî,

di çand û edebîyata Kurdî de xwedî cîhek giring e.

Toltajî, tenê di literatora zimanê Kurdî de heye.

Bêjeyek taybetîye.

Ji 2 pêyva pêktê.

Tol û Tajî.

Tol: jî bo kesên ku ne ji bo xwe, ji bo kesên bîyanî kar dikin tê gotin.( Kesên kêrnehatî)

Mimkûne ku, ji pêyva "tolaz" hatibê afirandin 

Ji bo ku, di nav ajalên de, tenê Tajî keda xwe bixwe naxwin.

Ji bo "efferin" jî xwedîyê xwe bistînin,

nêçîra xwe, radestê xwedîyê xwe dikin.

Ew taybetmendîya Tajî, navê wî bi pêyva " tol" ve daye girêdan û navdêra( sıfat a)  "tol" pê ve zeliqandîye.

Navê wî xistîye  "Toltajî"

Ango, ev pêyv;

Mecazen, ji bo kesên ku, ne ji bo qewmên xwe,  ji bîyanîyan re xebat dikin re tê gotin.

Pêyvek biçukxistinê ye 

Bi giranî, li devera Serhedê, pêyva tajî û pêyva tol bi hevdu ve hevgirtî tê bikaranîn.

Dibe "toltajî".

Heta, di derbarê tolbuna tajî de, 

 pêşgotinek weha jî tê bikaranîn:

" Dema nêçîra min derdikeve,

 gû yê tajî ya min tê"

Mixabin di van salê dawîn de, 

di nav sîyaseta Bakurê Kurdîstanê de,

 hejmara toltajîyan zêde bune.

Silavên germ.