BasNews – Duyemîn festîvala kurtefîlman li Kerkûkê xilas bû û fîlmên baş jî hatin xelatkirin.
Duyemîn festîvala kurtefîlman pêr li Kerkûkê dest pê kiribû, duhî xilas bû.
Serokê festîvala sînemaya Kerkûkê, Serdar Zengene ji BasNewsê re got, festîvala me duhî êvarê xilas bû.
Serdar Zengene da zanîn jî, di dûmahîka festîvalê de baştirîn fîlm di warên dokumêntarî û enîmeyşin de hatin xelatkirin.






