Berpirsekî Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê: Ji ber hêsankariyan çalakiyên bazirganiyê zêde bûne Berpirsekî Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê: Ji ber hêsankariyan çalakiyên bazirganiyê zêde bûne
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Berpirsekî Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê: Ji ber hêsankariyan çalakiyên bazirganiyê zêde bûne

BasNews – Berpirsekî Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Kurdistanê dibêje, ji ber hêsankariyên hikûmetê çalakiyên bazirganî pir zêde bûne.

Berpirsê giştî yê karûbarên bazirganiyê li wezareta bazirganî û pîşesaziyê, Newzad Kamîl ji BasNewsê re got, salên berê lazim bû bazirganek mehekê bimîne heta mohleta xwe bazirganiyê nû bike. Lê êdî ew sîstem nemaye û gelek hêsan bûye.

Newzad Kamîl her wiha got, me heta dûmahîkê vê mehê mohlet daye bazirganan da ku mohleta xwe nî bikin. Me hêsankarî bo bazirganiya ser sînoran re jî kiriye.

Wî berpirsê hikûmetê anî ziman jî, ewê sîstema bazirganî bikin elektironîk û got, xebatên me di wî warî de gelekî pêşde çûne. Êdî bazirgan li ku derê be dikare bi hêsanî belgeyên pêwîst bi dest bîne.

Bi gotina Newzad Kamîl, ji ber wan hêsankariya çalakiyên bazirganiyê zêde bûne.