BasNews – Berpirsekî Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Kurdistanê dibêje, çîmento û şîşên Kurdistanê têra tevahiya Iraqê dike û mirov dikare bifroşe Îran û Tirkiyê jî.
Wekîlê wezareta bazirganî û pîşesazî ya Kurdistanê, Elî Osman ji BasNewsê re got, hikûmeta Kurdistanê hewl dide kargehên mezin veke û yên hene jî berfirehtir û mezintir bike.
Elî Osman her wiha got, yek ji wan kargehên Kurdistanê ku cihê şanaziyê ye, kargeha şîş û çîmento ye. Ez dikarim bêjim şîş û çîmentoya me têra tevahiya Iraqê dike. Eger ew kargeh were mezinkirin, em dikarin şîş û çîmentoya xwe bifroşin Tirkiye û Îranê jî.
Li gorî amarên fermî, salane li Iraqê 24 milyon û 500 hezar ton çîmento li Iraqê tê çêkirin. %65 ji wê li Kurdistanê tê çêkirin. 900 hezar ton jî şîş tê çêkirin. Pêwîstiya Iraqê salane bi 2.5 milyon ton şîş heye.
Wî berpirsê wezareta bazirganî û pîşesaziyê anî ziman, kargehên Kurdistanê dikarin tevahiya pêwîstiyên Iraqê di warê şîş û çîmento de dabîn bikin.