Polîsê Hewlêrê: Yek ji wan dizên ku li 8 dukanên Hewlêrê dizî kiribûn, hat girtin Polîsê Hewlêrê: Yek ji wan dizên ku li 8 dukanên Hewlêrê dizî kiribûn, hat girtin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Polîsê Hewlêrê: Yek ji wan dizên ku li 8 dukanên Hewlêrê dizî kiribûn, hat girtin

BasNews – Rêveberiya polîsê Hewlêrê ragihand, yek ji wan kesên ku li taxeka Hewlêrê dizî li gelek dukanan kiribûn, hat girtin.

Pêr bi şev, li gelek dukanên taxa Fermanberan ya Hewlêrê dizî hatibû kirin.

Berdevkê polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz li ser wê diziyê ji televîzyona K24 re gotiye, yên ku dizî kirine, 3 kes bûne û li 8 dukanan dizî kirine.

Hogir Ezîz her wiha got, tê gotin ku dizî li 15 dukanan hatiye kirin. Ew agahî rast nîne, tenê li 8 dukanan dizî hatiye kirin.

Wî efserê polîs da zanîn jî, yek ji wan kesên ku dizî kiribûn, hatiye girtin û du kes mane. Ew xelkê Duhokê ne, ji ber wê jî polîsê Duhokê jî li wan digerin.

Li gorî agahiyên polîsê Hewlêrê, ew her sê tohmetbar beriya niha jî li ser diziyê hatibûn girtin û di girtîgehê de hev nas kiribûn.