Rêveberekî Iraqê: Serok Barzanî bi piştevaniya hêzên hevpeyman DAIŞ têkşikand Rêveberekî Iraqê: Serok Barzanî bi piştevaniya hêzên hevpeyman DAIŞ têkşikand
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rêveberekî Iraqê: Serok Barzanî bi piştevaniya hêzên hevpeyman DAIŞ têkşikand

BasNews – Rêveberekî payebilindê siyasî yê Iraqê ragehand, serok Barzanî bi piştevaniya hêzên hevpeymana navdewletî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ve ew rêxistina terorîst têkşikand.

Serokê Partiya Umme ya Iraqê Mîsal Alusî ragehand, wê dema herêma Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve metirsî ket ser, ‘’Mesûd Barzanî li xeta herî pêş a berevaniya li dijî DAIŞê de çek rakiribû.’’

Mîsal Alusî got, Îranê gelek caran hewlda bo dest biserda girtina herêma Kurdistanê û biryarên Serok Mesûd Barzanî da, lê pir xirab şikest bidest xist.’’

Rêveberê Iraqê dibêje Îran hestyariyekî wê ya zêde li gel serxwebûna biryarên herêma Kurdistanê heye û berdewam hewla şikandina rûmeta Pêşmerge û herêma Kurdistanê dide. ‘’Lê teror û milîs û mûşkebaran, îradeya kurdan a rijdbûna li ser daxwaza serxwebûnê naşkîne.’’

Mîsal Alusî pesnên herêma Kurdistanê ya vekirina hemû deriyan ji temamê azadîxwazan re bê ku li berçav girtina bîr û raman û dîroka wan a hember Tevgera Kurdî kir û ragehand, ‘’Herêma Kurdistanê penagehekî arame bo hemû wan kesayet û gruban, ku ji ber milîsên îslamî û rejîmên Iraq û Îranê koçber dibin.’’

Alusî amaje bi wê yekê jî kir, ku rêveberiya Kurdistanê serkeftî bûye bidestanîna rêz û hewsengiya stratejîk a navbera xwe û cîhana azad de bi taybet jî Yekitiya Ewrupa û Amerîkayê de. Û got: ‘’Hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê bi rêya piştevaniya hêzên Pêşmerge û Serok Barzanî ve roleke mezin di têkşikandina DAIŞê de girt serxwe.’’

Herwaha got, hemû ew kesên piştî kuştina Qasim Silêmanî, ku hewl didin wî mezin bikin berê hewl didan ji wî rizgar bibin.