Li herêma Kurdistanê 70 kesên din bi vîrusa koronayê ketin  Li herêma Kurdistanê 70 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

 Li herêma Kurdistanê 70 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

BasNews – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 70 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 70 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 23 kes li Silêmaniyê, 39 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê diyar kir, di 24 demjimêrêm bûrî de 5 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 940 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 105839 kes

Mirin: 3464 kes

Başbûn: 96340 kes

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.