BasNews – Fermandeyekî Pêşmerge dibêje, Serok Barzanî ew kese ye ku serkirdetiya şerê li dijî DAIŞê û şikandina wê hêza terorîstî kiriye.
Nerazîbûna li hember wê fîlma Îranî ya ku tê de heqaret li gelê kurd û xebata Pêşmerge û Serok Barzanî di şerê terorê de hatibû kirin, didome.
Fermandeyê Pêşmerge li Kerkûkê, Kadîr Şehîd Nazim jî li ser wê mijarê ji BasNewsê re got, di şerê DAIŞê de hêzên hevpeyman alîkariya hêzên Pêşmerge dikirin û heta niha jî ew alîkarî didome.
Kadîr Şehîd Nazim her wiha got, destpêka şerê DAIŞê Serok Barzanî, wê çaxê fermandeyê giştî yê hêzên çekdarên Kurdistanê jî bû, her dem li eniyên şer û di nav pêşmergeyan de bû. Ji xwe gelek caran hêzên hevpeyman spasiya Serok Barzanî dikirin.
Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman, Serok Barzanî her dem xwe wek pêşmergeyekî dîtiye û dibîne. Di şerê DAIŞê de jî mîna pêşmergeyekî li eniyên şer bû.