Şasiwar Ebdulwahîd daxwaz kir artêşa Iraqê bê Kurdistanê, lê niştimanperweran ew rezîl kirin Şasiwar Ebdulwahîd daxwaz kir artêşa Iraqê bê Kurdistanê, lê niştimanperweran ew rezîl kirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Şasiwar Ebdulwahîd daxwaz kir artêşa Iraqê bê Kurdistanê, lê niştimanperweran ew rezîl kirin

Biryar Koyî

BasNews – Bazirganê ku deyndarê xelkê û hikûmeta herêma Kurdistanê Şasiwar Ebdulwahîd ku xwe wek serokê grubekî bi navê Nifşê Nû jî dizane, di torên civakê yên facebookê de daxwaza anîna artêşa Iraqê bo herêma Kurdistanê dike.

Li hember vê yekê xelkê niştimanperwer ê Kurdistanê bi tundî bersiva wî dan û ew wek kesekî sextekar pênase kirin û daxwaz jê kirin, di cîha wê daxwazê de bila deynên xelkê bide ku beşek ji mûçeyên hemwelatiyên Kurdistanê dikare bi wî deynî bê dayîn.

Di piraniya wan torên civakî yên ku ew nivîsa Şasiwar Ebdulwahîd tê de hate belav kirin de hemwelatiyan bi şiroveyên xwe ve rexneyên tund li wî kirin, ku yek ji şiroveyan de hemwelatiyek bi navê Aram Rostem nivîsandiye: ‘’Şermezariyeke mezine ku kar li ser hest û sozên gel dikin û hatina artêşa Iraqê û dagirkirina Kurdistanê wek çareserî dizanin. Ti bahaneyekî jî nadaynin bo wî çemê xwînê yê ku ji bo azadiya Kurdistanê hatiye rijandin.’’

Herwaha hemwelatiyek din ê bi navê Hewraz Celal ji bo Şasiwar nivîsandiye: ‘’Bi xwedê tu ne ti tiştekî, derewînî û sextekarekî diyarî.’’

Hemwelatiyê bi navê Luqman Mihemed jî dibêje: ‘’Dest ji wan gotinan berde, parê xelkê tu dê kengî bidî wê bêje?’’

Di beşeke din ê piraniya şiroveyan de bi awayekî gelek tund bersiva Şasiwar Ebdulwahîd tê dayîn û jê re tê gotin ku tu jî, xwîşka te Sîrwe jî xwefiroşin.