Li Bokanê nivîskar û mamostayê zimanê kurdî Mistefa Îlxanîzade hat girtin Li Bokanê nivîskar û mamostayê zimanê kurdî Mistefa Îlxanîzade hat girtin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Bokanê nivîskar û mamostayê zimanê kurdî Mistefa Îlxanîzade hat girtin

BasNews – Li bajarê Bokan yê Rojhilatê Kurdistanê nivîskar û mamostayê zimanê kurdî Mistefa Îlxanîzade hat girtin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî hêzên ewlehiyê ketin ofîs û mala nivîskarê kurd û mamostayê zimanê kurdî Mistefa Îlxanîzade û ew girtin.

Li gorî agahiyan, ew mamostayê zimanê kurdî bi tohmeta wê yekê hatiye girtin ku di ofîsa xwe de merasimek bo bibîranîna salvegera damezirandina Komara Kurdistanê li dar xistiye.

Li gorî agahiyan, hêzên ewlehiyê dest danîne ser tevahiya pirtûk, telefon û kampotura wî nivîskarê kurd jî.

Mistefa Îlxanîzade xwedanê navenda kulturî û edebî ya bi navê “Edeb” e jî li Bokanê.