BasNews – Hikûmeta Iraqê 100 milyon dolar bo kirrîna vaksîna Koronayê terxan kir.
Encumena wezîran ya Iraqê duhî bi serokatiya serokwezîr Mistefa Kazimî civiya.
Di civînê de biryar hat dayîn 100 milyon dolar bo kirrîna vaksîna Koronayê were terxankirin.
Heta niha nayê zanîn Iraq dê kîjan vaksînê bikirre; vaksîna Çînî yan ya Amerîkî. Hikûmetê hilbijartina wê yekê ji wezareta tenduristiyê re hîştiye.