BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya roja rizgarkirina Kobanî peyamek belav kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya roja rizgarkirina Kobanî peyamek belav kir û tê de ragihand, “Îro ne tenê bîranîna azadkirina Kobanê ye ji dagirkerî û zordariya DAIŞê. Belku bîranîna yekbûna gelê Kurd e jî li dijî dijminekî hevpar.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya roja rizgarkirina Kobaniyê peyamek li twittera xwe belav kir û tê de nivîsî: “Îro ne tenê bîranîna azadkirina Kobanê ye ji dagirkerî û zordariya DAIŞê. Belku bîranîna yekbûna gelê kurd e jî li dijî dijminekî hevpar. Eve jî bîranînek bihêz e ku hertim bi hevrêzî serketîtirîn.”
Di Îlona 2014an de DAIŞê bi tevahiya karînên xwe êrîşî ser herêma Kobaniyê kir, Serok Mesûd Barzanî biryara piştevaniya Kobanî da û li ser fermana wî jî çek û hêz ji bo Kobanî hate şandin û hêzên Pêşmerge derbasî Kobanî bû û destdek da şervanên YPGê û hev re roja 26ê Çileya 2015an Kobanî rizgar kirin.