Heyeteka partiyên siyasî yên Bakur ligel Serokê ENKSê civiya   Heyeteka partiyên siyasî yên Bakur ligel Serokê ENKSê civiya  
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Heyeteka partiyên siyasî yên Bakur ligel Serokê ENKSê civiya  

BasNews- Li ser navê partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê heyetek, bi armanca agahî wergirtin derbarê Rojavayê Kurdistanê da, li Hewlêrê serokê ENKSê Suud Mele ziyaret kir.

Heyeta ku ji Heşyar Özalp (PDK Bakur), Orahan Kaya (PAK), Zana Sezen (HAK-PAR) û Weli Koparan (PSK) pêkhatibû di roja 26.01.2021an da ji aliyê serokê ENKSê Suud Mele ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê da bi giranî rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê hat nirxandin. Bi taybetî jî kiryarên Tirkiyê û çeteyên li ser wê ve yên li Efrinê û heremên din hatin axaftin. Di hevdîtinê da kiryarên Tirkiyê wek sucên dijê mirovahiyê hatin destnişan kirin û şermezar kirin.

Serokê ENKS û heman deme da serokê PDK Sê Suud Mele di hevdîtinê da derbarê pirsa Kurd li Suriyê wisa got: Em bi mehane rapora kiryarên destdirêjî û ihlalên mafên mirovan digririn. Ji ber heşwesta wan ya dijminane em bi Tırkiyê ra tu pêwendî danaynin.

Suud Mele li ser hewlên tifaqa netewî jî hur bû û eşkere kir ku ew ji destpêkê ve diyaloxên bi PYNK-PYD ra erênî dibinin, ji bo vê karî fedekarî dikin û anha jî gihîştine qonaxeke girîng. Mele, bal kişand wê yeke ku, tevî ku hin kes naxwazin tifaqa Kurd çêbibe, lê ew dê ji bo serkeftina vê pêvajoyê  bi israr bin.

Serokê ENKSê di axaftina xwe da behsa rola hêzên navdewletî kir û got “Nunerê Emerikiyan li vir nine, kingê vegere herêmê wê hevditinên tifaqê bidomin.

Mele, herwisa rewşa opozisyona Suriyê jî anî ziman û got; Tirkiye, İran, Rusya û Suudî Erebistan her yek ji wan hewl didin ku muxalefeta Suriyê qels bibe û wê bikin bin kontrola xwe. Lê tevî ku muxalefet belawela ye, ji ber Kurd bê temsil neminin em ji opozisyonê paşda nakişîn.

Di dawîya hevdîtê da hat destnişan kirin ku ji bo encamdana hewlên diyaloxa di navbera Kurdên li Suriyê, aktorên siyasi yên Kurdistana Bakur dikarên roleke ereni bilîzên.

Herwuha hevdîtin bi giştî berhemdar û serkeftî derbaz bû.