BasNews- Îro roja sêşemê 26.01.2020an Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto aşkere kir ew kurdan bi pîroz dizanin û şervanên kurd nimûneya hevkarî, jêhatî û baweriyê ne.
Ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto ragihand: ‘’Îro roja azadkirina Kobanî ye. Di 26ê Çileya 2015an de şervanên kurd, bi piştgiriya ezmanî ya Kobanî azad kirin û têkbirina DAIŞê baş nîşanî cihanê dan. Herwiha, armanca wan a stratejîk jî red kirin. Em kurdan pîroz dikin ku îro bûne mînaka hevkarekî jêhatî, û pêbawerî ye.’’
Cihê behsê ye behsê ye îro 6 sal bi ser rizgarkirina bajarê Kobaniyê de derbas bû. Di roja 29ê Mijdara 2014an de Pêşmergeyên Kurdistanê li ser fermana Serok Mesûd Barzanî derbasî Kobanî bibûn û beşdarî di şerê rizgarkirina Kobanî de kiribûn. Herwiha bi alîkariya hevpeymaniya navdewletî û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Pêşmergeyan roja roja 26.01.2015an Kobanî rizgar kiribûn û dawî bi efsaneya DAIŞê anîbûn.