Iraq- 10 kesên din bi Koronayê mirine Iraq- 10 kesên din bi Koronayê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Iraq- 10 kesên din bi Koronayê mirine

BasNews- Wezareta Tendirustiyê Hikûmeta Iraqê di beyannameyekê de 804 kesên din bi Koronayê ketine û 10 kes jî bi Koronayê mirine.

Îro roja sêşemê 26.01.2021ê Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê de amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê belav kir û ragihand di heyama 24 saetên dawî de 804 kesên din bi Koronayê ketine û 1. 585 kes baş bûne û 10 kes jî bi Koronayê mirine.

Heta niha li seranserî Iraqê 615 hezar û 380 kes bi Koronayê ketine û 584 hezar û 752 kes baş bûne û 13 hezar û 10 kes jî bi Koronayê mirine.