BasNews- Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 4 milyar dînar ji bo alîkariya xelk û malbatên hejar û kemderfet yê sînorê parêzgeha Duhokê terxan kir û bi ser hemwelatiyan de belav kir.
Îro roja sêşemê 26.01.2021ê Rêveberê Giştî yê Çavdêrî û Geşepêdana Komelgehê Duhokê, konferanseke medyayî de aşkere kir ku ji ber belavbûna vîrusa Koronayê rewşa kesên kêmderfet û hejar xirap bûye, ji bo wê mebestê Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya darayî bi ser xelkê hejar û kêmderfet da dabeş kir û mîqdarê 4 milyar û 65 milyon û 200 hezar dînar bi ser hemwelatiyên parêzgeha Duhok terxan kir. Hewiha, 160 hezar sebet xwarin jî bi ser xelkê hejar û Duhokê de belav kir.