Pisporekî Destûra Iraqê: Daxwaza teslîmkirina dosyeya neftê ji aliyê Bexdayê ve, ne Destûrî ye Pisporekî Destûra Iraqê: Daxwaza teslîmkirina dosyeya neftê ji aliyê Bexdayê ve, ne Destûrî ye
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Pisporekî Destûra Iraqê: Daxwaza teslîmkirina dosyeya neftê ji aliyê Bexdayê ve, ne Destûrî ye

BasNews – Pisporekî qanûn û Destûra Iraqê dibêje, daxwaza Bexdayê ya teslîmkirina tevahiya dosyeya neftê ji Herêma Kurdistanê, ne Destûrî ye.

Hat gotin ku di civîna duhî ya şanda Kurdistanê û komîsyona darayî ya Iraqê de, Bexdayê daxwaz kiriye Kurdistan tevahiya dosyeya neftê teslîmî hikûmeta Iraqê bike lê şanda Kurdistanê red kiriye.

Li ser vê mijarê, pisporê Destûra Iraqê Selahedîn Ehmed ji BasNewsê re got, ew daxwaza Bexdayê, Destûrî nîne ji ber ku di madeya 10 ya Destûrê de tê gotin bîrên neftê yên kevn bi hevbeşî di navbera Hewlêr û Bexdayê de yan jî her herêmek din, tên birêvebirin.

Selahedîn Ehmed her wiha got, di madeya 119 ya Destûra Iraqê de jî tê gotin, parêzgeh yan herêm wan bîrên neftê yên ku nû li deverên wan hatine dîtin, birêve dibin.

Wî pisporê Destûrî anî ziman, armanca Bexdayê ew e ku fişarê bixin ser Herêma Kurdistanê da ku şert û merên wan qebûl bikin.