Wezareta Pêşmerge derbarê tevgera DAIŞê ya li navçeyên Kurdistanî de hişyarî da Wezareta Pêşmerge derbarê tevgera DAIŞê ya li navçeyên Kurdistanî de hişyarî da
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Wezareta Pêşmerge derbarê tevgera DAIŞê ya li navçeyên Kurdistanî de hişyarî da

BasNews – Berpirsê saziya rewşenbîrî û hişyariya netewî li wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê, derbarê tevgera DAIŞê û bihêzbûna wan a li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê hişyarî da û behsa wê yekê jî dike ku divê hemahengî li gel artêşa Iraqê bê zêde kirin.

Lîwa Babekir Feqê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Taktîkê DAIŞê guheriye û xwe dubare ji nû ve rêkxistine û bi awayê grub grub digerin. Bi taybet valatiya di xeta temasa navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de sûd jê werdigrin û piştre jî kar û çalakiyên xwe bi awayê desteyên xwekuj û revandin û çandina bombeyan dikin. DAIŞê dubare xwe birêxistin kiriye, teqînên wê dawiyê yên li Bexdayê ew rastî nîşandan. Bi taybet li sînorê navçeyên Kerkûk, Daqûq, Diyale, Xaneqîn û Mexmûrê em agahdarin û hişyariyeke nû didin derbarê egera serî rakirina wan de.’’

Herwaha got: ‘’Biryare odeya operasyonan di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de dest bi kar bibe û lijneyek di navbera herdu aliyan de ango wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê û wezareta berevaniya Iraqê de det bikar bibe û heta naha 3 rûniştin hatine kirin. Li gor naveroka civîna biryar bû 8 lijne bên ava kirin, lê nekete warê bicîhanînê û her axaftin li ser hatiye kirin. Ji ber wê em li benda şandeya wan in ku dest bi guftûgoyan bike bo diyar kirina cîh û ava kirina hêza hevbeş’’